أورنا - الرئيسية

Dengê Amerîka Kurdî

الولايات المتحدةالبلد
الكرديةاللغة

الأخبار المنشورة

Li Sûrîyê Depoyeke Çekan Teqîya û 4 Kes Birîndar Bûn
رصد إعلامي

Li Sûrîyê Depoyeke Çekan Teqîya û 4 Kes Birîndar Bûn

Roja Duşemê 21'ê Îlonê, li Helebê, di depoyeke çekan a artêşê de teqînek çêbû. Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberîya Karesatan ragihand ku çar kes birîndar bûne. Li gor nûçeya ajansa fermî SANA’yê, kesek ji wan bi perçeyên teqînê ku ji esman de ketine birîndar bûye.

Dengê Amerîka Kurdî
UKMTO: Êrîşî ser Tankereke Petrolê li Tengava Hormuzê Hat Kirin, 2 Kes Birîndar in
رصد إعلامي

UKMTO: Êrîşî ser Tankereke Petrolê li Tengava Hormuzê Hat Kirin, 2 Kes Birîndar in

Roja Duşemê dema ku tankereke petrolê di Tengava Hormuzê re derbas dibû, êrîşî tankerê hat kirin û du endamên tîma keştîyê birîndar bûn. Navenda Operasyonên Bazirganîya Deryayî ya Brîtanya (UKMTO), li gor çavkanîyên leşkerî, got ku kesên birîndar bûne, birîna wan sivik bûye û keştî rêwîtîya xwe berd…

Dengê Amerîka Kurdî
Trump û Zelenskyy Dê li New Yorkê Bicivin
رصد إعلامي

Trump û Zelenskyy Dê li New Yorkê Bicivin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê axivîn. Zelenskyy ragihand ku ewê li New Yorkê bicivin. Herdu serok vê heftiyê ji bo Kombûna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê bin.

Dengê Amerîka Kurdî
Êrîşek li Qamişlo Kesekî Dikuje û Yekî din Birîndar Dike
رصد إعلامي

Êrîşek li Qamişlo Kesekî Dikuje û Yekî din Birîndar Dike

Îro Yekşemê 20ê Îlonê li ser riya M4 di navbera Qamişlo û Tiltemrê de, li bakurê rojhilatê Sûrîyê erebeyeke hêzên ewlehîyê hat êrîşkirin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Dengê Amerîka Kurdî
Îraq Bang li Kompanîyên Amerîkî Dike ku Projeyên Enerjîyê Bilezînin
رصد إعلامي

Îraq Bang li Kompanîyên Amerîkî Dike ku Projeyên Enerjîyê Bilezînin

Wezîrê Darayî yê Îraqê di hevdîtinekê de bi berpirsê karûbarên Amerîka li Îraqê Steven Fagin re, daxwaza bilezkirina projeyên petrol û gazê yên welêt kir. Falih Sarî got ku lezandina pêşveçûna projeyên ku ji alîyê kompanîyên Amerîkî ve li Îraqê têne kirin, dê bibe alîkar ku sektorên girîng ên welêt…

Dengê Amerîka Kurdî
10 Sal Piştî Şerê Daişê, Esmanê Rojavayê Îraqê ji Geştên Sivîl re Tê Vekirin
رصد إعلامي

10 Sal Piştî Şerê Daişê, Esmanê Rojavayê Îraqê ji Geştên Sivîl re Tê Vekirin

Wezareta Veguhastinê ya Îraqê îro Înê ragihand ku di çarçoveya vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê de, esmanê rojavayê welêt li pêş geştên sivîl tê vekirin. Di dema alozîyên girêdayî Daişê de di sala 2016’an de, esmanê rojavayê Îraqê li pêşberî geştên sivîl hat girtin û tenê ji bo çalakîyên serbazî veqe…

Dengê Amerîka Kurdî
Dadgeheka Amerîkayê 60 Sal Cezayê Girtîgehê Da Karbidestekî Berê Yê Rejîma Esed
رصد إعلامي

Dadgeheka Amerîkayê 60 Sal Cezayê Girtîgehê Da Karbidestekî Berê Yê Rejîma Esed

Karbidestekî berê yê hikûmeta Sûrîyê, ku di serdema Beşar Esed de rêvebirê Girtîgeha Navendî ya Şamê bû, doh roja Pêncşemê, 17’ê Îlonê, ji alîyê dadgeheke federal a Amerîkayê ve bi tawana êşkenceyê 60 sal cezayê girtîgehê xwar. Semîr Osman Şêx ê 74 salî, di sala 2024’an de hatibû girtin.

Dengê Amerîka Kurdî
Rawêjkarê Erdogan: Ocalan Dê di Komîteya Bêçekkirina PKK’ê de Cih Bigire
رصد إعلامي

Rawêjkarê Erdogan: Ocalan Dê di Komîteya Bêçekkirina PKK’ê de Cih Bigire

Rawêşkarê Serokatîya Tirkîyê Mehmet Uçum ragihand ku dê rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê(PKK) Abdullah Ocalan di komîteya bêçekkirina PKK’ê de cih bigire. Mehmet Uçum doh Pêncşemê di daxuyanîyekê de ku ji bo rojnamevanan hat belavkirin, got dê Abdullah Ocalan di Komîteya Bêçekkirinê û Kor…

Dengê Amerîka Kurdî
Xwişka Margrêt Behsa Jiyan û Xebata Wê ya Pêşmergatîyê Dike
رصد إعلامي

Xwişka Margrêt Behsa Jiyan û Xebata Wê ya Pêşmergatîyê Dike

Nashville, Tennessee — Roza George derbarê jiyan û xebata xwişka xwe Margrêt George axivî û bîranên bi wê re bo Dengê Amerîkayê parve kirin. Margrêt yekem jina Pêşmerge bû. Ew Krîstiyaneke ji Herêma Berwarî Bala û rûniştvana gundê Dûrê bû, ku nêzîkî nahîya Kanî Masê ye.

Dengê Amerîka Kurdî
Axios: Çaverê ye ku Trump li New Yorkê bi Rêberên Welatên Kendavê re Bicive
رصد إعلامي

Axios: Çaverê ye ku Trump li New Yorkê bi Rêberên Welatên Kendavê re Bicive

Li gorî dezgeha Axios, tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşema bê li kêleka civînên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bi serok welatên Kendavê re bicive da ku gavên girêdayî girjîyên bi Îranê re gotûbêj bikin.

Dengê Amerîka Kurdî
Tirkîyê û Îranê li ser Hilweşandina Komên Çekdar ên Kurd Gotûbêj Kirin
رصد إعلامي

Tirkîyê û Îranê li ser Hilweşandina Komên Çekdar ên Kurd Gotûbêj Kirin

Wezîrên Navxwe yên Tirkîyê û Îranê roja Çarşemê, 16’ê Îlonê, li Enqereyê civîyan. Wan li ser belavkirina komên çekdar ên Kurd û mijarên herêmî xeber dan. Di civînê de, Mistefa Çîftçî got ku Tirkîyê belavkirina komên cuda yên Kurd dişopîne, di demekê de ku ew ji bo hilweşandina Partîya Karkerên Kurdi…

Dengê Amerîka Kurdî
Hêzên Amerîkî Keştîya Girêdayî Bazirganîya Madên Hişbir li Okyanosa Pasîfîkê Binav Kir
رصد إعلامي

Hêzên Amerîkî Keştîya Girêdayî Bazirganîya Madên Hişbir li Okyanosa Pasîfîkê Binav Kir

Fermandarîya Başûr ya Hêzên Amerîkî li Okyanosa Pasîfîkê keştiyek ku têkilîya wê bi bazirganîya madeyên hişbir hebû rawestand û paşê binav kir. Li gorî Fermandarîya Başûr ya Hêzên Amerîkî (SOUTHCOM), keştî weke êztgeheke sotmenîyê di avên deryayî de ji bo torên bazirganîya qaçax a madên hişbir dihat…

Dengê Amerîka Kurdî
Êrîşên Nû yên Hûsîyan li Dijî Erebistana Siûdî
رصد إعلامي

Êrîşên Nû yên Hûsîyan li Dijî Erebistana Siûdî

Erebistana Siûdî û Hûsîyên Yemenê yên ser bi Îranê ve, îro Çarşemê careke din êrîş birin ser hev. Hûsîyan du êrîşên nû birin ser Erebistana Siûdî. Wan bi dehan mûşekên balîstîk û dronan li dijî sazîyên Aramco yên li Yenbûyê û Bingeha Esmanî ya Xemîs Mûşeyt kirin armanc.

Dengê Amerîka Kurdî
Endamekî Kongrêsa Amerîkayê bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re Peyîvî
رصد إعلامي

Endamekî Kongrêsa Amerîkayê bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re Peyîvî

Endamê Kongrêsa Amerîkayê Abraham Hamadeh bi telefonê bi Şêwirmendê Serokatîya Sûrîyê Mezlûm Ebdî û endama parlemana Sûrîyê Îlham Ehmed re peyîvî. Ofîsa Hamadeh doh êvarê roja Sêşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê eşkere kir ku wî pîrozbahî li wan kir ku bi aştîyane tevlî hikûmeta nû ya Sûr…

Dengê Amerîka Kurdî
Gotara Nefretê di Torên Medya Civakî de Zêde Dibe
رصد إعلامي

Gotara Nefretê di Torên Medya Civakî de Zêde Dibe

Çavdêr û Rojnamevan ji bajarê Amûdê yê Rojava dibêjin, li gor pîvan û şopandinên wan di torên medya civakî de li Sûrîyê bi giştî û li herêmê bi taybetî "Gotara Kîn û Nefretê" zêde û berbilav bûye.

Dengê Amerîka Kurdî
DEM Partî Dibeje Jîna Emînî Sembola Tekoşîna Jinan e
رصد إعلامي

DEM Partî Dibeje Jîna Emînî Sembola Tekoşîna Jinan e

Jîna Emînî, jineke ciwan ya Kurd ya 22 salî ku ji Seqizê bû, di 16’ê Îlona 2022’an de, li Tehranê 3 roj piştîdesteserkirina polîsên exlaqê jiyana xwe ji dest da.

Dengê Amerîka Kurdî
Şara Jîna Emînî ya ku 'Erşa Rejîma Îranê Hejand
رصد إعلامي

Şara Jîna Emînî ya ku 'Erşa Rejîma Îranê Hejand

Di salvegera 4'an a mirina Jîna Emînî de dîsa rêxistinên mafên mirov, berpirsên hikûmetên Ewropayê û Amerîkayê wê xanima Kurd bi bîr tînin û daxuyanîyan parve dikin. Jîna Emînî Kî Ye? Jîna Emînî ya 22 salî ji Seqizê bû, di Îlona 2022’an de li Tehranê bi îdîaya ku binpekirina pîvanên danîna destmala…

Dengê Amerîka Kurdî
Jinên Kurd Çawa Qala Jiyana Amerîkayê Dikin?
رصد إعلامي

Jinên Kurd Çawa Qala Jiyana Amerîkayê Dikin?

Hejmarek jinên Kurd di nav de xwişka Margirênt George, yekem Pêşmergeya jin a Şoreşa Îlonê li Kurdistana Îraqê bo Dengê Amerîkayê axivîn û behsa azadî, demokrasî, alîkarî û derfetên jiyanê yên Amerîkayê dane wan kirin.

Dengê Amerîka Kurdî