Êrîşên Nû yên Hûsîyan li Dijî Erebistana Siûdî
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Erebistana Siûdî û Hûsîyên Yemenê yên ser bi Îranê ve, îro Çarşemê careke din êrîş birin ser hev. Hûsîyan du êrîşên nû birin ser Erebistana Siûdî. Wan bi dehan mûşekên balîstîk û dronan li dijî sazîyên Aramco yên li Yenbûyê û Bingeha Esmanî ya Xemîs Mûşeyt kirin armanc. Hûsîyan doh Sêşemê hewlda ku êrîşî Mekeyê jî bikin, lê êrîşa wan hate pûçkirin. Balyozxaneya Amerîkayê ya li Erebistana Siûdî hişyarî da welatîyên xwe ku ji ber metirsîya terorê neçin ser sînorê Yemenê. Wezareta Derve ya.