Dadgeheka Amerîkayê 60 Sal Cezayê Girtîgehê Da Karbidestekî Berê Yê Rejîma Esed
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Karbidestekî berê yê hikûmeta Sûrîyê, ku di serdema Beşar Esed de rêvebirê Girtîgeha Navendî ya Şamê bû, doh roja Pêncşemê, 17’ê Îlonê, ji alîyê dadgeheke federal a Amerîkayê ve bi tawana êşkenceyê 60 sal cezayê girtîgehê xwar. Semîr Osman Şêx ê 74 salî, di sala 2024’an de hatibû girtin. Ew di meha Adara îsal de, ji ber êşkencekirina girtîyan di dema birêvebirîya xwe ya li Girtîgeha Edra ya Şamê de, bi çar tohmetên cuda yên êşkenceyê hat gunehbarkirin. Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand.