
Li Avên Deryayî yên Yûnanistanê 12 Koçber Binav Bûn
Di du bûyerên cuda de li giravên Lesbos û Samos yên Yûnanistanê, 12 koçber, di nav wan de zarokekî şîrmij, di avên deryayî de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku keştîyên wan qulipîn.

Di du bûyerên cuda de li giravên Lesbos û Samos yên Yûnanistanê, 12 koçber, di nav wan de zarokekî şîrmij, di avên deryayî de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku keştîyên wan qulipîn.

Xwepêşandanên li seranserî Frensayê yên ji ber bihabûna kelûpelan û xirabbûna xizmetguzarîyên giştî roja Şemîyê veguherîn alozîyan û tundûtûjîyê, ku tê de avahîya şaredarîyekê hat şewitandin û komên tundrew bi polîsan re pev çûn.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê îro Duşemê ragihand ku wan Belgeyeke navxweyî ya Hemasê vedîtîye ku planên bicihkirina teqemenîyan li deverên kampên derbideran li Xezayê bi hûrgilî nîşan dide.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump, rexne li rewşa Fransa kir û pirsgirêka koçberîyê wekî yek ji sedemên alozî û nearamîyên li wî welatê destnîşan kir. Trump roja Yekşemê li ser platforma "Truth Social" got: "Fransa dişewite!" Wî diyar kir ku pêlên koçberan yên ku ji deverên cuda yên cîhanê tên, li Fran…

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di peyamekê de ku li ser platforma "Truth Social" belav kir, piştgirîya xwe ya tevahî ji bo serokwezîrê Îsraelê Binyamin Netanyahu ragihand, û wek "şervanekî mezin" û di heman demê de di rûbirûbûna bi Komara Îslamî ya Îranê re "hevkarê stratejîk ê herî baş yê aştîyê" j…

Li seranserê Frensayê di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûnên tund derketin, di demekê de ku bi sed hezaran kes li dijî zêdebûna lêçûnan û kêmbûna xizmetguzariyên giştî xwepêşandan kirin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Yekşemê civîneke lezgîn bi endamên hikûmeta fransî re pêk anî da ku krîza xwepêşandan û nerehetîyên ku welat dibîne were nirxandin, berî peyama xwe ya ku dê îro di saet 8:00 ê şevê de arasteyî gelê Fransa re bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio, piştrast kir ku di navbera du xizmetên Starlink û Starshield yên SpaceX'ê de cudahiyek heye. Li gorî wî, Starlink xizmetek bazirganî ye, lê Starshield pergalek leşkerî ye ku ji bo armancên parastinê hatîye pêşxistin û di çarçoveya peymanên bi artêşa Amerîkayê…

Cêgirê Serokê Amerîkayê, JD Vance, got ku Amerîka bi tunekirina bernameya navokî ya Îranê serkeftinek yeklaker bi dest xistiye, lê divê şer bidome da ku were piştrastkirin ku Îran nikare şiyanên xwe yên navokî ji nû ve ava bike û cîhan jî bi qeyrana enerjîyê re rûbirû nebe.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio, îro Yekşemê serdana xwe ya Ozbekistan û Hindistanê dest pê kir. Wezareta Derve ya Amerîkayî ragihand ku armaca vê seredanê bihêzkirina derfetên aborî yên Amerîkayê ye.

Seroktîya Misirê îro Yekşemê got ku Misir amade ye piştgirîya pêwîst bide Erebistana Siûdî da ku ewlehî û aramîya xwe biparêze, di demekê de ku Hûsîyên Yemenê yên bi Îranê ve girêdayî êrîşên xwe li ser mezintirîn hinardekara petrolê ya cîhanê zêde dikin.

Wezareta Navxweyî a Erebistana Siûdî ragihand ku wan pênc welatîyên xwe, yên ku tawanbarên “Tawanên terorê” ne, hatine sêdaredan. Di daxuyaniya wezaretê ya ku li ser platforma Xê de hatibû weşandin dibêje, ew bi tevlîbûna rêxistineke terorîst a biyanî, êrîş kirine ser hêzên ewlehîyê û dabînkirina pi…

Li gorî çavkaniyên ewlekarî û tenduristîyê, di teqînekê de li navenda Hêzên Heşda Şe'ibî li Bexdayê, endamekî koma çekdar a Îraqî hat kuştin û çar kesên din jî birîndar bûn. Hêzên Heşda Şe'ibî berê ragihandibû ku embarek ji cebilxaneyeke kevn teqiyaye.

Brad Cooper, fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), ragihand ku mîlîşyayên girêdayî Îranê li welatên herêmê pere ji bo Supaya Pasdaran dişînin. Fermandarê CENTCOMê dide zanîn ku, ev yek ji ber zextên aborî yên ku ji ber operasyonên leşkerî û cezayên Amerîkayê li ser Îranê hatine sep…

Wezareta Derve ya Îraqê roja Şemiyê 17ê Cotmehê piştrast kir ku 55 welat û zêdetirî 40 rêxistin beşdarî civînên 52emîn civîna Wezîrên Derve ya Rêxistina Hevkarîya Îslamî li Bexdayê dibin. Wezaret dibîje, civîn dê li ser ewlehîya xwarin, av û hevkarîya aborî werin encam dan.

Serokê Libnanê, Joseph Aoun, daxwaz kiriye ku berpirsên Hizbullayê yên têkildarî doza ‘kamîyona teqemeniyan’ bihên girtin. Li gorî medya Libnanî ya roja Şemiyê, Serokê welêt Aoun ji îstîxbarata artêşa Libnanê xwestiye ku lêkolînên xwe di derbarê vê dozê de berfirehtir bikin.

Hûsiyan di êrîşekê de balafirgeha sereke ya bajarê Edenê, ku paytexta demkî ya hikûmeta Yemenê ye – kirin armanc, di heman demê de, hevpeymanîya bi pêşengîya Siûdiyê ragihand ku wan ew mûşek û dronên ku ber bi axa welêt ve hatibûn avêtin, asteng kirine.

Bi dawîbûna rûniştina Parlamana Îraqê, kabîneya Hikûmeta serokwezîr Elî Zeydî bi erêkirina wezîr û sê cîgirên wî temam bû, lê dengdan li ser Wezareta Koçberî û Koçberan û posta cîgirê Kurd ê serokwezîr bêencam hat paşxistin.

Konferansa ku di 14-15 Cotmehê de hat dar xistin, ji alîyê Komîsyona Welatîyên Yekîtiya Ewrupa û Tirkîyê (EUTCC), bi hevkarîya sê komên siyasî yên Parlamentoya Ewrupayê ve hat dar xistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka dê li dijî Îranê çekên navokî bi kar neyîne. Ev daxuyanî di demekê de hat ku li gor raportan, Wezareta Cengê ya Amerîkayê planeke nû ya êrîşê amade dike.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Înê ragihand ku wan fermandarekî Hemasê kuştîye. IDF’ê li ser platforma X’ê got ku Mihemed Ebdulxaliq Xille, fermandarê navenda çêkirina çekan a Hemasê bû. IDF’ê eşkere kir ku ev fermandar di dema êrîşên 7’ê Cotmehê de derbasî nav axa Îsraîlê bûbû.

Wezareta Derve ya Îraqê roja înê ragihand ku hemû amadekariyên pêwîst ji bo mêvandariya 52'yemîn civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) li paytext Bexdayê bi tevahî temam bûne.

Tenê çend demjimêran piştî ku Parlamena Îraqê temamkirina Hîkûmetê û pejirnadina wezîrên wezaretên bê wezîr mabûn, û wezaretên nû û 3 cîgir ji bo serokwezîr Elî Zeydî, endamê Kongresa Amerîkayê yê Komarî Joe Wilson bi tundî li wezîfedarkirina Laith el-Khazalî rabû û ew biryar rexne kir.

Ji dema ku şerê navxweyî yê Yemenê di meha Tîrmehê de jinûve gur bûye ve, Hûsîyan gelek caran êrîşî armancên Saûdî kirine.