الجيش الإسرائيلي يكشف وثيقة عن «خطط حماس لزرع متفجرات في مناطق مدنية»
ترجمة آلية · العنوان الأصلي: IDF Belgeyeke “Planên Hemasê yên Danîna Teqmenîyan li Herêmên Sivîl” Aşkere Dike

Hêzên Berevanîya Îsraîlê îro Duşemê ragihand ku wan Belgeyeke navxweyî ya Hemasê vedîtîye ku planên bicihkirina teqemenîyan li deverên kampên derbideran li Xezayê bi hûrgilî nîşan dide. IDF’ê ew belge li ser platforma X’ê parve kir û anî ziman ku ew "nîşan dide ku beşê endazyarîyê yê Hemasê pêşniyar kiriye ku madeyên teqîner li dora kampên kesên derbider werin bicihkirin û dema ku leşkerên IDF’ê nêzîk dibin, wan biteqînin. IDF’ê dibêje ku Hemas bi vê kiryarê "sivîlên di kampan de dixe.



