
Li Kobanîyê di Encama Şewata Zindanê de 9 Kes Hatin Kuştin
Di encama şewatekê de îro Şemîyê li zindaneke bajarê Kobanîyê yê Rojava neh kes hatin kuştin û herî kêmî 27 kesên din birîndar bûn. Peyamnêrê Dengê Amerîka li bajêr ragihand ku şewat derket holê piştî ku girtîyan agir pê xist wekî protestoyê li hember veguhestina wan bo zindana bajarê Helebê.






















