Serok Trump Dibêje Şerê bi Îranê re Piştî Hilbijartinên Nîvdemê Dê Bidawî Bibe
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê êvarê got ku şerê di navbera Amerîka û Îranê de dê yekser piştî hilbijartinên nîv-demê (Midterm) ên Mijdarê bi dawî bibe. Berî ku ji Washingtonê ber bi Dallasê ve biçe, Serok Trump ji rojnamevanan re got ku Îran hewl dide bandorê li ser hilbijartinên Amerîkayê bike, lê Tehran êdî nikare şer li hember zexta aborî ya Amerîkayê bidomîne. Wî got, "Ez di wê bawerê de me, ku şer dê yekser piştî hilbijartinan bi dawî bibe ji ber ku ew nikarin berdewam.