Serok Trump Careke Din Behsa Serhildana Îranîyan a Dijî Rejîmê Dike
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Serokê Amerîkayê Donald Trump, êvara Çarşemê di civîneke rojnamevanîyê ya li Koşka Spî de, careke din behsa egera serhildana gelê Îranê kir. Serok Trump nexwest eşkere bike ka gelo Amerîka bi rêya CIA’yê gelê Îranê bi çek dike an na. Serokê Amerîkayê anî ziman ku hikûmeta Îranê bi hovîtî xwepêşanderan gulebaran dike û got ku ew bi êşa gelê Îranê dihese. Wî herwiha got ku ji bo kuştina welatîyan, rejîma Îranê gelek cûre çekan bi kar tîne, ji gulebarana bigire heta çekên nîşangir. Trump.