Serok Donald Trump Hûsiyên Yemenê Hişyar Dike
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر: · رصدته أورنا:

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê Hûsiyên Yemenê tawanbar kirin ku dîsa dest bi çalakiyên dijminane kirine û ragehand ku ev koma çekdar bi piştgiriya Îranê tev digere. Trump di peyamekê de li ser tora Truth Social got ku wî hizir dikir ku Hûsiyan piştî operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên sala borî "ders famkir", lê niha dîsa çalak bûne. Wî got ku Hûsîyan Erebistana Siûdî kirine armanc û hewl didin bihayê petrolê bilind bikin. Serokê Amerîkayê Îran jî bi piştgiriya Hûsiyan.