PKK Dibêje Wê Hemû Hêzên xwe Vekişandin û Banga Gav Avêtinê li Hikûmeta Tirkîyê kir
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر: · رصدته أورنا:

Rêveberîya Tevgera PKKê roja Pêncşemê ragihand ku tevî wan hemû hêzên xwe vekişandine jî, hikûmeta Tirkîyê ji bo berdewamkirina pêvajoya aştîyê gavên zêdetir neavêtine. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku “li pêşîya azadîya Ocalan û gavên qanûnî yên azadîyê êdî ti astengî û hincet nemane.” Tirkîye vekişîna hêzên xwe ji Îraqê û bi taybetî ji bingeha zilîkan - Başîkê bi hebûna çekdarên ku nêzî PKKê ne li Şengalê girê dide. Tirkîyê dibêje heta ku Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) çekên.