IDF Dibêje 5 Çekdarên Hemas û Cihada Îslamî li Başûrê Xezayê Hatine Kuştin
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر: · رصدته أورنا:

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF), roja Sêşemê ragehand ku pênc Filistînî, li gorî wê endamên tevgerên Hemas û Cihada Îslamî bûn, di du êrîşên esmanî de li başûrê Xezayê hatine kuştin. Di daxuyaniyekê de li ser platforma X'ê, IDF got ku êrîşa yekem roja yekşemê li bajarê Xan Yûnis hate kirin û sê kes ku li gorî wê girêdayî baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî bûn hatin kuştin. Li gor daxuyaniyê, wan di civînekê de ji bo plansazîkirina operasyonan li dijî hêzên Îsraîlê kom bûbûn. Artêşê.