Îraqê Nirxê Dînar li Beramber Dolarê Amerîkî Guherand
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر: · رصدته أورنا:

Banka Navendî ya Îraqê ragihand ku ji roja Çarşemê, 7'ê Cotmeha 2026'an ve, dê nirxê fermî yê dînarê Îraqî li hember dolarê Amerîkî bihête guhertin. Bankê got ku ev biryar ji ber şert û mercên aborî û darayî yên niha û li ser pêşniyara Encûmena Wezîran hatiye dayîn. Li gorî buhayên nû ji îro pê ve, Banka Navendî dê dolar ji Wezareta Darayî bi 1,500 dînaran bikire, ji bankan re bi 1,510 dînaran bifroşe û buhayê firotina dolar ji bo gel dê 1,520 dînar be.