Sekreterê NATO: Rejîma Îranê Berjewendîyên Gelê Îranê Paşguh Dixe
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Sekreterê Giştî yê NATO, Mark Rutte, di axaftinên xwe yên dawî de li ser metirsîya ku ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê tê, di navbera rejîma Îranê û gelê Îranê de cudahî danî ber çavan. Rutte got, ti alîyekî pirsgirêk bi gelê Îranê re nîne, lê pirsgirêk bi rejîma Îranê ya li ser desthilatdarîyê re heye. Rutte berê jî di axaftinekê de gotibû ku NATO rejîma Îranê wekî çavkanîyekê ya metirsîyê dibîne û li ser bernameya navokî ya Îranê nerihetî hene.