Parlamena Îraqê li Ser Temamkirina Kabîneya Zeydî Deng Dide

Tê çaverêkirin ku Parlamena Îraqê îroja Pêncşemê 15ê Cotmehê, li ser temamkirina kabîneya hikûmeta Serokwezîr Elî Zeydî deng bide. Piştî pênc mehan ji damezrandina hikûmetê, Parlamena Îraqê îro civînek girîng li dar dixe ku tê de mijara temamkirina kabîneya hikûmetê û dagirtina wezaretên vala dê were gotûbêj kirin û bixin dengdanê Herwiha, pêşniyarên avakirina sê wezaretên nû û çar postên cîgirên serokwezîr jî di rojeva civînê de cih digirin. Ev pêşveçûn di nav danûstandinên berdewam ên.



