Zelenskyy Dibêje Rûsyayê Agirbesta Enerjîyê Binpê Kir
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر: · رصدته أورنا:

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskyy îro Duşemê got ku Rûsya agirbesta li sektora enerjîyê ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû binpê dike. Wî daxwaz kir ku Washington destwerdanê bike da ku Mosko rêzê li vê agirbestê bigire. Zelenskî di konferansek ewlehîyê de ku bi rêya internetê li Warsoyê hate lidarxistin de got, Rûsya agirbesta li sektora enerjîyê ya ku Serok Trump ragihandibû gelek caran binpê kiriye. Wî herwiha got ku ew bi rêya medyayê haydar bûye li ser peymana.