Îranê Careke Din Cezayê Sêdaredanê Da Jina kurd Werîşa Muradî

Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê, bo cara duyem cezayê sêdaredanê da girtîya siyasî ya Kurd a ji Sineyê, Werîşa Muradî, ku bi tawana “endamtîya di koma çekdar de,” tê tawanbar kirin. Ev cezayê nû di demekê de hat ku parêzerên wê girtîyê dibêjin: “Kêmasî û pirsgirêkên hiqûqî yên di dozê de, yên ku Dadgeha Bilind berê destnîşan kiribûn, hîn jî nehatine çareser kirin.” Li gor nûçeyên çend dezgehên ragihandinê û rêxistinên mafên mirovan, roja Çarşemê, 14’ê Cotmehê, careke din cezayê.



