اعتقال المهاجمين على الدير في محافظة الكرك الأردنية
ترجمة آلية · العنوان الأصلي: Êrîşkarên Ser Dêra li Parêzgeha Kerek a Urdunê Hatine Girtin

Hêzên ewlehîyê yên Urdunê sê gumanbarên têkildarî êrîşa li ser dêrekê li parêzgeha Kerekê girtin. Wezîrê Karên Navxwe yê Urdunê Mazin el-Feraya îro Duşemê piştrast kir ku êrîşkarên ser dêra li gundê Hemûd ê li parêzgeha Kerek beşdar bûne, ku bû sedema mirina neh kesan, hatine girtin û dê bigihêjin cezayê xwe. Di preskonferansekê de el-Feraya hin hûrgilîyên nû yên derbarê êrîşê û êrîkaran de eşkere kirin û got, hersê êrîşkarên hatin girtin ji malbatekê ne û du ji wan bira ne, û li gundê.





