Îsraîl Dibêje Ew Dê Dozeke Yasayî li Dijî Erdogan Veke
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Di gaveke balkêş de, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da tîmeke di nava wezaretan û rêveberîya beşê yasaya navneteweyî ya Îsraîlê de ku dozeke yasayî li dijî Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî veke. Li gorî kenala i24 News, ev gav piştî gotina Erdogan tê ku ew hewl dide ku Înterpol "hişyarîya sor" li dijî Netanyahu derxîne. Tê pêşbînîkirin ku doza li dijî Erdogan bi giranî li ser danûstandina hikûmeta Tirkîyê ya bi Kurdan re û fînansekirina wê.