Di Êrîşên Dronên Rûsyayê de li Ukraynayê 7 Kes Hatin Kuştin
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Karbidestên Ukraynayê îro Duşemê ragihand ku di êrîşên dronên Rûsyayê de herî kêm 7 kes hatine kuştin û bêhtirî 50 kes jî birîndar bûne. Dronan li seranserê welat û li navenda bajarê Kîevê da avahîyên malan, ofîs, navendên daneyan û Akademîya Neteweyî ya Zanistan. Li herêma Kîevê di van êrîşan de çar kes hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn.