Îranê Du Jinên Werzişvan ên Kurd li Seqizê Girtin û Birin Cihêkî Nediyar
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê du jinên werzişvan ên Kurd li bajarê Seqizê destgîr kirin û ew birin cihêkî nediyar. Li gor raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw û Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hêzên ewlekariyê rojên Şemî û Yekşemê yên borî ser malên Eyda Qadirî, rahênera melevaniyê, û Rojan Îbrahîmî, werzişvana hunerên zoranbazîyê (MMA), girtin. Her du jin, ku 20 salî ne, hatin destgîrkirin û paşê birin cihêkî nediyar. Agahiyên berdest diyar kirin ku hêzên hikûmetê herdu.