Rubio: Îran Banga Mirinê Dike û Rojava Nirx Dide Jiyanê
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر: · رصدته أورنا:

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, roja Çarşemê li Atîna, paytexta Yûnanistanê, tekezî li ser girîngîya parastina demokrasîyê û nirxên Rojava kir. Wî herwiha îdeolojîya Komara Îslamî ya Îranê rexne kir û got ku ew “banga mirinê dike.” Rubio li Girê Pnyxê li Atînayê axivî, cihê dîrokî yê derketina demokrasîya kevn tê naskirin. Wî Amerîka wek berdewamîya mîrata şaristanîya Yûnanî û Romayî binav kir û xwest ku “ruhê Rojava” li ser bingeha kokên dîrokî û nirxên wê careke din were.