Nûnerên Amerîka li Moskowê ne û Putin Fermana Ragirtina Êrîşan Dide
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Nûnerên taybet ên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner îro Şemîyê gihîştin paytexta Rûsyayê ji bo danûstandinên derbarê şerê Ukraynayê. Ev serdan di demekê de tê ku ku Rûsyayê şerê ligel Ukraynayê bi awayekî demkî rawestandîye. Ajansa Interfax ji zarê berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin fermana ragirtina êrîşên esmanî yên li ser Kîevê ji Şemîyê bo dema sê rojan daye, wekî beşek ji amadekarîyên serdana şandeke Amerîkî li Kîevê. Serokê Amerîkî Donald.