Zeydî ji Siûdîyê: Em ê Nehêlin Axa Me ji bo Êrîşkariyê Were Bikar Anîn

Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî roja Çarşemê dest bi gera xwe ya welatên Kendavê kir û Riyad rawistgeha yêkê ya serdana wî bû. Di çarçoveya serdanê de, Zeydî bi Mîrê Cîgir yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re civiya. Di civînê de, herdu aliyan li ser pêşveçûnên herêmî û rêyên hevrêzîyê û hewldanên ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya herêmê axivîn. Herwiha, têkiliyên navbera Îraq û Erebistana Siûdî û awayên pêşxistina wan di gelek waran de hatin gotûbêkirin, bi taybetî di warê hevrêzîya.



