Bessent: Yekîtîya Ewropî Tevlî Cezayên Aborî yên Dijî Îranê Dibe
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent roja Pêncşemê 3’yê Îlonê ragihand ku Yekîtîya Ewropayê (YE) bi fermî biryar daye ku tevlî Operasyona “Economic Outcast” ya ji bo îzolekirina Îranê û sepandina cezayên aborî li ser rejîma Îranê bibe. Bessent piştgirîya xwe ji bo vê biryara "zelal û bilez" ya Yekîtîya Ewropayê nîşan da. Wî got ku Amerîka ligel hevalbendên xwe dixebite da ku Îranê ji sîstema darayî ya cîhanê qut bike, da ku ew nikaribe pereyan bide bernameya xwe ya navokî û komên.