Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî: Xema Îranê Tenê Pere ye, Ne Millet
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz di hesaba xwe ya platforma X'ê de dibêje ku xema rejîma Îranê tenê pere ye da ku rejîma xwe biparêze. Waltz di hevpeyvînekê de ku bi Fox News re encam daye dibêje, "Rejîma Îranê ne bi gelê xwe re eleqedar e, lê ew tenê bi pereyan eleqedar e da ku kontrola rejîma xwe biparêze." Waltz her wiha dibêje ji ber wê yekê Serok Trump pereyên rejîma Îranê hedef digire.