Zeydî Hewl Dide Kabîneya Xwe Berî Dawîya Hefteyê Temam Bike
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Temamkirina kabîneya Serokwezîrê Elî Zeydî piştî çend mehan ji avakirina hikûmetê hîn jî nehatiye dawîkirin. Parlamana Îraqê di 14'ê Gulanê de bawerî da hikûmeta Zeydî û 14 wezîrên wê, lê ji 23 wezaretan 9 wezaret bê wezîr man, di nav wan de wezaretên navxweyî û berevanîyê. Di heman demê de, pêvajoya temamkirina kabîneyê bi gotûbêjên siyasî û nakokîyên li ser navên namzedan re rû bi rû ye. Di destpêka pêvajoyê de jî, Washingtonê li dijî dayîna hin postên hikûmetê ji kesayetî an alîyên.