Rubio: Amerîka bi Ewlehîya Hemû Baregehên Xwe Bawer e
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Duşemê, got ku Washington hîn jî bi ewlehiya hemû baregehên xwe bawer e. Gotinên Rubio piştî wê hatin ku pênc kes li nêzî baregeheke esmanî ya Brîtanyayê hatin desteserkirin, bi gumana ku wan plana karên terorîstî hebû. Di bersiva pirsê de derbarê biryara Amerîkayê ya vekişandina balafirên bombeavêj ên B-1 ji baregeha Brîtanyayê, Wezîr Rubio got ku Wezareta Cengê ya Amerîkayê bi berdewamî çavkaniyên xwe li gorî pêdiviyan ji cîhekî vediguhêze.