Piştî Êrîşa Dronê ya Rûsyayê li Nêzîkî Sînorê NATO'yê, Hevalbendan Soza Piştgirîya Zêdetir Da Ukraynayê
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر: · رصدته أورنا:

Piştî ku droneke Rûsyayê li nêzîkî sînorê Ukrayna û Polonyayê li trênekê da, hevalbendên Ukraynayê soz da ku ewê piştgirîya Kîevê berdewam bikin û ewlekarîya herêmê xurttir bikin. Ev êrîş roja Yekşemê li ser stasyona qatarê çêbû, ku tenê du kîlometreyan dûrî sînorê Polonyayê ye. Kompanîya qataran a Ukraynayê got ku di qatarê de çend karbidest û şêwirmendên ewlekarîyê yên Ewropî hebûn. Di nav wan de Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson û Serokwezîrê berê yê Swêdê Carl Bildt jî.