Li Rojava Dosyaya Windayên Êzîdî Hîn li Benda Çareserîyê ye
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

Qamişlo — Piştî şer û pevçûnên destpêka vê salê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û artêşa hikûmeta Sûrîyê de û valabûna Kampa Holê, dosyaya windayên Êzîdî li Rojava êdî ket asteke aloztir. Di qonaxa berî hilweşandina HSD'ê de, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Mala Êzîdîyan bêtirî 400 kesên Êzîdî, yên ku ji alîyê Daişê ve hatibûn revandin, rizgar kirin. Lê îro roj, hîn jî zêdetirî 2600 windayên Êzîdî hene û prosesa rizgarkirina wan ji destpêka 2026'an ve hatîye rawestandin. Li.