Hizbullah Dibêje Barê Teqemenîyê yê Hatî Desteserkirin yê Wê ye

Rêxistina Hizbullah a Libnanî roja Pêncşemê lê mukur hat ku barê teqemenîyê yê ku rayedarên Libnanê desteser kiribû, yê wê ye. Hesen Fezlullah, parlemanterê Hizbullahê, ev yek piştrast kir. Fezlullah got, barê teqemenîyê yê hatî girtin yê partîya wan Hizbullahê ye. Artêşa Libnanê ragihandibû ku kamyonek ku zêdetirî nîv ton teqemenî, di nav de madeyên C4 û TNT, hilgirtibûn, li herêma Dehir Beyderê hatibû rawestandin. Du kesên di kamyonê de hatine binçavkirin, niha lêpirsîn bi wan re tê.



