CENTCOM Dibêje Îdîaya Pasdarên Îranê ya Lêxistina Du Keştiyan Derew e
Dengê Amerîka Kurdîنشره المصدر:

WASHINGTON — Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê di peyameke xwe ya li ser platforma X'ê de ragihand ku îddîya pasdarên Îranê (IRGC) a derbarê lêxistina du keştîyên cengê yên Amerîkayê ne rast e. Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) doh Sêşemê di daxuyanîyekê de îddîa kiribû ku wan du keştîyên cengê yên Amerîkayê li avên deryayî yên li Rojhilata Navîn armanc girtine û li wan xistine. Lê CENTCOM'ê, wê îddîayê red dike û dibêje ku ti keştîyek cengê ya artêşa Amerîkayê.